Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Brîtanya: Emê alîkariya pêşketin û avedankirina Kurdistanê bikin


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku welatê wan dê hevkar be ji bo ku Herêma Kurdistanê zêdetir pêşketî û avedan be.

Îro Yekşema 9.12.2018 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Brîtanya Martin Warr amade bû, dawî pêşhatên navçê û hewl û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û qonaxa nû ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî qonaxa nû ya pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi vekirina rûpeleke nû zanî û hêvî xwast di rojên nêzîk de bi girtina ber a diyalog û gotûbêjên aveker pirsgirêkên ku mane, bêne çareserkirin û derfet ji bo çespandina aştî û pêşxistina welat û dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn bê amadekirin.

Balyozê Brîtanyayê ji bilî pîrozbahîkirina li Mesrûr Barzanî bi boneya kandîdkirina ji posta Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê jê re xwast û tekezî li ser wê yekê kir, ku welatê wî hevkar dibe ji bo ku Herêma Kurdistanê avedankirin û pêşketinên zêdetir bibîne.