Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ehmed Turk: Nêçîrvan Barzanî hêja ye ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê

 

Duhok-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk dibêje, em pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikin bi mebesta berbijêrkirina wî ji bo kursiyê serokê Herêma Kurdistanê.

Ehmed Turk di daxuyaniyeke taybet de ji malpera KDP.info re ragihand: “Nêçîrvan Barzanî kesekî jêhatî û hêja ye ji bo kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in cenabê wî rola xwe bibîne di diyaloga di navbera Kurd û Kurdan de, ji ber ku niha alozî di navbera Kurdan heye û em di wê baweriyê de ne ku ew dikare roleke baş bilîze di çareserkirina aloziyan de û di avakirina hizreke hevbeş di navbera me hemûyan de.”

Wî siyasetmedarê Kurd wiha got, Nêçîrvan Barzanî çendîn sal e ku di nava siyasetê de ye û xwedê kesayetiyeke siyasî pir baş e û divê wê siyasetê bo gelê Kurd bikar bîne.