Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Pro. Cemal Nebez bi berhemên xwe dê zindî bimîne

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Profesor Dr. Cemal Nebez peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û dostên wî kir û diyar kir: “Mamoste Cemal Nebez bi berhemên xwe dê her dem zindî bimîne.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama sersaxiyê de diyar kir: “Mixabin îro agahiya koça dawî ya bîrmend, zanistkar û nivîskarê navdar ê neteweya me Profesor Dr. Cemal Nebez gihişte me. Bi vê boneya xemgîn em sersaxiya we birêz û hemû xizm û dost û hevbîrên Mamoste Cemal Nebez dixwazin. Em ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku dilnewayî bide hemû aliyekî.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de amadebûna hikûmetê ji bo her hêsankariyek bo merasîma veşartinê nîşan da û ragihand: “Mamoste Cemal Nebez zanistkarekî mezin ê gelê me bû, di tevgera hizr û ramyariya Kurd û di nasandin û piştevanîkirin şoreşa Kurdistanê û daxwazên rewa yên miletê xwe li rewend û navendên rewşenbîriyê yên Ewropayê de, herwiha di belavkirina bîr û hişyariya neteweyî de roleke wî ya berçav hebû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir: “Pirtûk û berhemên wî di warê hizr û rewşenbîrî û zimanzaniyê de wisa dikin ku bîranîn û navê Profesor Dr. Cemal Nebez her dem bi zindî bimîne. Bîranîna bi xêr.”