Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Abdulrehman Apo: Hêvî dikim êş û azarên Kurdan li Sûriyê bi dawî werin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Abdulrehman Apo kir û di wê hevdîtinê de hêvî kir êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê bi dawî werin.

Îro Çarşema 05.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Abdulrehman Apo kir.

Di wê hevdîtinê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi azadbûna Abdulrehman Apo ji zindanê nîşan da û ragihand ku cihê mixabiniyeke mezin e ku têkoşerekî wekî wî bi destê aliyekî Kurdî di zindanê de bû. Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku êş û azarên gelê Kurd li Suriye bi dawî werin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, di derbarê rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa Kurdan li wî welatî gotûbêj hatinkirin.

Serok Barzanî jibilî derbirîna dilgiraniya xwe ya di derbarê paşaroja Kurdan li Sûriyê û wiha got:“ Daxwaza me ji bo baştirbûna pirsa Kurd li Sûriyê tiştekî din bû, lêbelê bi sedema kar û biryarên yekalî û binpêkirina rêkeftinnameyên di navbera partiyê Rojavayê Kurdistanê de, niha rewşeke aloz û pir pirsgirêk û giriftan ji bo gelê Kurd li Sûriyê hatiye holê. Eve jî ji bo me hemûyan cihê mixabiniyeke mezin e.”