Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Derfetek ji bo rastkirina proseya siyasî ya Iraqê heye

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Hevrêzkarê Karûbarên Nivîsgeha Balyozxaneya Norwecê li Iraqê kir û di hevdîtinekê de ragihand, derfetek ji bo rastkirina proseya siyasî ya Iraqê li holê ye.

Îro Çarşema 05.12.2018ê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li karbidestê karûbarê ofîsa balyozxaneya Norwecê ya Iraqê Rewar Hogisdal kir.

Di hevdîtinê de hejmarek babetên girêdayî rewşa navçeyê bi giştî û pêwendiyên dualî yên di navbera herêma Kurdistanê û Norwecê yên hemû aliyan ve hate gotûbêjkirin.

Herwaha di hevdîtinê de proseya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û proseya siyasî ya Iraqê hate guftûgokirin. Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî amaje bi serdana serok Barzanî ya Bexdayê û asoya pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de kir û ragehand ku, derfetek baş bo rastkirina proseya siyasî ya Iraqê li holê ye û diyar kir, ku di vê mijarê de pêwîstiya Bexda û Hewlêrê bihev heye. Herwaha amaje bi cîbicînekirina madeyên destûrê Iraqê û kêmaniyên projeya budceya Iraqê li hember mafên Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve karbidestê karûbarê ofîsa balyozxaneya Norwecê ya Iraqê, spasiya Mesrûr Barzanî kir li ser vê hevdîtinê û pîrozbahî lê kir ku bûye namzed bo serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê û pêşketina zêdetir bo Herêma Kurdistanê xwest. Herwaha amadebûna welatê xwe jî nişan da bo pêşxistin û bilindkirina asta pêwendiyan û berfirehkirina alîkariyan û piştevaniyê bo hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Nûnerê Norwec herwiha alîkarî û asankariyên Herêma Kurdistanê yên ji bo tîmên welatê xwe jî bilind nirxand û bi kurtî behsa kar û çalakiyên mirovî û astengiyên li pêş proseya avedankirinê, bi taybet jî li parêzgeha Neynowa, herwaha rola welatê xwe di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de teqez kir, ku ew di wî şerî de berdewam dibin.