Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokê Tevgera Teyar El –Xed a Sûrî Şêx Ehmed Cerba civiya û şer û pevçûnên di navbera grûpên cuda ên Sûriyê û rêjîma Sûriyê û teroristên DAIŞê de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, rewş û pêşhatên siyasî yên navçê û û şer û pevçûnên di navbera grûpên cuda ên Sûriyê û rêjîma Sûriyê û teroristên DAIŞê de û karesatên mirovî û destêwerdana derveyî hatin guftûgokirin.
Şêx Ehmed Cerba bi navê xwe û tevgera xwe pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ji bo kandîdkirina wî wek Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast û tekezî li bihêzkirin pêwendiyan kir.
Di wê hevdîtinê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bîr û nerînên xwe li hember pêşhat û bûyerên navçê û bi taybetî yên Sûriyê xiste rû û hana tevahiya aliyên pêwendîdar da ku kedên xwe bikin ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji wê rewşê re, ku hemû alî hest bi hebûn û rola xwe di rêvebirina welat û biryarên siyasî de bikin.