Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pispor: PDK sozên xwe bicîh tîne û bi rastî Kurdistaneke avedan û bihêz ava dike

 

Duhok-KDP.info- PDK di bin dirûşma “Emê Kurdistaneke Bihêz Ava Bikin” derbasî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû û ji 45 kursî bidestve anî. Niha jî çavdêr û pispor dibêjin, PDK bi rastî Kurdistaneke avedan û bihêz ava dike.

Duhî PDK Nêçîrvan Barzanî kir kandîdê xwe ji bo kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî jî kir kandîd ji bo serokatiya Hikûmeta Kurdistanê.

Mamosteyê zanîngehê Îbrahîm Şerefanî ku mamosteyê zanîngeha Duhokê ye û psporê yasayî û siyasî ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Dirûşma Kurdistaneke bihêz ji aliyê PDKê ve pêngaveke girîng e. Hikûmeteke bihêz jî pêwîstiya wê bi bingehên bihêz heye, lewma PDK dixwaze bi bingeheke bihêz ji avedaniyê re hikûmeta nû ava bike. Ez bawer im ku hikûmeta nû dê li ser bingeha adadîmî û felsefeya dewletê bê damezrandin û dê xizmeta gel û welat û Kurdistaneke bihêz bike.”

Herwiha derbarê avakirina Hikûmeta Kurdistanê, Parlamentera Tirkmanan di Parlamentoya Kurdistanê de Mûna Qehwecî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her ku PDK li Kurdistanê deselat be, aramî li Kurdistanê dibe û ev yek jî destkefeteke pir mezin e. Em jî bibînin ku pêwîst e Tirkman di hemû beşên hikûmeta nû de beşdar bin û xwedî beşdariyeke mezin bin.”

Serfermandarê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dû kesayetiyên siyasî bihêz, ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ne, ku di bin rênmayên Lêvegera Kurdî Serok Barzanî de ne û di eniya çareserkirina pirsgirêkan de de û kar ji bo derbaskirina kirîzên abûrî û siyasî kirine û karîne li ser asta asayiş û ewlehiyê û vegera pêgeha Herêma Kurdistanê kar bikin bi pilan û karê dîplomatîk û siyaseteke nerim, ku bi vê yekê cîhan bi xwe ve anîne, lewma jî em karin bêjin PDK sozên xwe yên dema hilbijartinan bicîh tîne û bi rastî kar ji bo Kurdistaneke bihêz dike.”