Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Lubnan dixwaze têkeliyên xwe ligel Kurdistanê bihêz bike

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Lubnanê û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku ew amade ne pêwendî û têkeliyên xwe ligel Kurdistanê bihêz bikin.

Îro Sêşema 04.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî pilebilind ji Hikûmeta Lubnanê bi serokayetiya Wezîrê Derve yê Lubnanê Cubran Basîl kir. Şanda li gel Wezîrê Derveyê Lubnanê jî, ji Wezîrê Rûbirûbûna Gendeliyê û hejmarek ji şêwirmendên mezin ên Hikûmeta Lubnanê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Lubnanê pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê li Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana xelkê Kurdistanê di şerê terorîstan de nîşan da.

Herwiha spasiya Herêma Kurdistanê kir ku hêsankariyeke tevahî ji bo şirket û welatiyên Lubnanê kiriye û amadehiya welatê xwe jî, ji bo pêşxistina pêwendiyên siyasî û aborî û çandî yên di navbera herdû aliyan de ragihand. Herwiha hevkarî û ji aliyê jihevdûnêzîkbûna zanîngeh û navendên zanistî yên Lubnan û Herêma Kurdistanê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mêhvan kir û kêfxweşiya xwe jî, ji bo berfirehkirina pêwendiyan di warên cûda de di navbera herdû aliyan de nîşan da.

Her di vê civînê de rûbirûbûna hizra terorê û herwiha kûrkirina çanda pêkvejiyanê û hevdû qebulkirinê gotûbêj kirin û Serok Barzanî behsa çanda kevnar a gelê Kurdistanê kir ku bi tu awayek nakokiyên olî û mezhebî û neteweyî li hemberî pêkhatên Kurdistanê nebûye û got: “Civaka Kurdistanê hizra terorê û înkarê qebûl nake.”

Di derbarê rewşa koçberan û avadankirina navçeyên ziyanlêketî yên şerê DAIŞê de, Serok Barzanî ragihand: “Civaka navdewletî di alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê de kêmterxem bûye.”

Rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda mijareke din a vê hevdîtinê bûn.