Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan (Ma ne wilo ye?)

Konê Reş

Bi min xweş e ku bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (03.12.2018), 40 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3an, sala 1943'an, a ku li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî diweşand, girtiye, pêşkêşî we dikim û ez bi xêr û hûn bi selametî.

Fermo bixwînin:

“Ma ne wilo ye?.. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêşiya wî de zirav meke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko em ê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kişîne...

Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête sehkirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eşîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêşiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û goştê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî tiştekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hişyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xizmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..

Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîşan û şerpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê.

Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan”


Belê mîrê min! Wilo ye, gotinên te bi serê xwe rast in.. Hê jî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hê jî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be.