Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Xristiyan û Tirkman: Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dikarin Kurdistanê bihêztir bikin

Hewlêr-KDP.info- Pêkhateyên Xristiyan û Tirkman pêşwaziyê li kandîdên PDKê ji bo serpkatiya herêmê û serokatiya hikûmeta Kurdistanê dikin û wek biryareke baş wesif dikin. Ew dibêjin, Herêma Kurdistanê dê di bin siya Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî serkeftî û bihêz be.

Duhî PDKê Nêçîrvan Barzanî wek kandîd ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî jî wek kandîd ji bo serokatiya Hikûmeta Kurdistanê nîşan dan. Herwiha PDK şandek ava kir ji bo ku serdana partiyên siyasî yên Kurdistanê bike û avakirina hikûmeta nû ligel wan gotûbêj bike.

Derbarê wê pêngava PDKê, Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmanî Mihemed Îlxanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em pêşwaziyê dikin li avakirina şanda PDKê ya ku dê serdana partiyên siyasî bike, da ku bighên rêkeftinê li ser hikûmeta nû. Herwiha cihê dilxweşiyê ye ku PDKê 2 kesên pir bihêz ji bo serokatiya hikûmetê û serokatiya herêmê diyar kirine, ji ber ku herdû xwedî ezmûneke baş in di karê siyasî û îdarî de û serkeftinên baş li ser destê wan hatine nivîsandin.”

Îlxanî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî bi taybetî di vê dema dawî de karî serkeftinên baş bidestve bîne, hem di rêveberiya Kurdistanê de û hem ji aliyê dîplomatîk de, herwiha Mesrûr Barzanî jî kariye Kurdistanê biparêze û di şerê DAIŞê de karî roleke berçav bibîne di şikandina terorîstan de, lewma qonaxa bê dê qonaxa serkeftina Kurdistanê be.”

Ji aliyê xwe ve, Parlamentera Xristiyan ya berê di Parlamentoya Kurdistanê de Wehîde Yaqo Hurmiz ji malpera KDP.info re got: “Em wek Xristiyan pêşwaziyê li kandîdên PDKê dikin. PDK karekî baş kiriye ku ew herdû kes kandîd kirine ji bo serokatiya herêmê û serokatiya hikûmetê, ji ber ku ew herdû dikarin Herêma Kurdistanê bihêztir bikin û baweriya xelkê me jî gelekî bi wan tê, lewma jî ew pêngava PDKê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.”

Hurmiz wiha domand: “Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dikarin guhertinên baş li Herêma Kurdistanê bikin û jiyaneke xweştir ji bo xelkê Kurdistanê peyda bikin, ji ber ku ew herdû kesayetî xwedî ezmûneke baş in û gelekî xizmeta xelkê Kurdistanê kirine, lewma jî di qonaxa bê de Herêma Kurdistanê dê serkeftinên berçav tomar bike.”