Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Derfetên nû ji bo çareseriya pirsgîrêkan hene

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, destnîşankir ku ji bo çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û bexdayê de û vekirina rûpelek nû, derfetên nû hatine pêş.

Îro Sêşema 4.12.2018 Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê Iraqê (UNAMI) Jan Kubis kir.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, pesnê hewldanên Kubis ji bo çareseriya pirsgîrêkan û nêzîkahiya aliyên Iraqê kir û daxwaza sefekftina wî di erkên wî yên nû de kir, ku Kubis îro dema erka xwe li Iraqê diqedîne.

Di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê hate behskirin û Barzanî anî ziman ku: “Ji bo çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û bexdayê de û vekirina rûpelek nû, derfetên nû hatine pêş”. Herweha piştgiriya Kurdistanê ji bo hewldanên Serokwezîrê nû Adil Ebdulmehdî diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Kubis jiber alîkarî û piştgiriya jib o wî hate nîşandan spasiyên xwe anî ziman û pîrozbahiya Mesrûr Barzanî ji bo destnîşankirina wî ji namzediya Serokweziriyê kir.

Kubis herweha got ku, li Iraqê babetek sereke çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de û bi taybet ji bo çareseriya madeya 140, bi xwe jî dê mijûl bibe.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û abûrî ya navçeyê û egerên nû jî hate gotûbêj kirin.