Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK Nêçîrvan Barzanî dike serokê herêmê û Mesrûr Barzanî dike serokê hikûmetê

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kandîdên xwe ji bo kursiyên serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo çar salên bê diyar kir.

Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDKê, Nêçîrvan Barzanî ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo Serokwezîriya Herêma Kurdistanê hatin berbijêrkirin.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civîna Encûmena Serkirdetiya PDKê di kongreyeke rojnamevanî de naveroka civînê eşkere kir û ragihand: “Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDKê, Nêçîrvan Barzanî ji bo kursiyê Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo kursiyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatin berbijêrkirin.”

Mehmûd Mihemed tekez kir ku di dema bangeşeya hilbijartinan de PDK soz da xelkê Kurdistanê ku di çar salên bê de kar bike ji bo cîbicîkirina sozên xwe û aramiya siyasî li Kurdistanê cîbicî bike, ew jî li gel wan partiyên siyasî yên ku daxwaza aramiyê dikin li Kurdistanê.

Berdevkê PDKê wiha got: “Pêwîstiya me bi guhertinê heye û divê em rewşa jiyana xwelkê Kurdistanê baş bikin ji ber bûyerên mezin çêbûn û çêdibin. Ji bo avakirina hikûmeta Kurdistanê jî di çend rijên bê de emê gotûbêjan ligel partiyên Kurdistanê bikin û ji bo wê yekê jî me komîteyek ava kiriye ku ev jî navê wan e: Azad Berwarî, Hoşyar Zêbarî, Hêmin Hewrmî, Ceifer Êmînkî, Mehmûd Mihemed, Dilşad Şehab û Ferset Sofî.”