Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Malîkî: Barzanî ji serxwebûnê venegeriya ye

 

Bexda-KDP.info- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî dibêje: “Serok Barzanî li ser encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê rijd e.”

Nûrî Malîkî di hevdîtinekê ligel malpera Întîxab de ragihand, helwesta Barzanî ya derbarê referandûmê de nehatiye guhartin û rijd e li ser biryarên serxwebûna Kurdistanê.

Malîkî ragihand jî: “Pêwîstiya Iraqê bi Herêma Kurdistanê heye û pêwîst e hewl ji bo nêzîkbûna aliyên siyasî yên Bexda û Kurdistanê bên dan, lê wan ji me re tekez kir ku dest ji mafê serxwebûna Kurdistanê berneda ye.

Roja 11ê vê mehê Serok Barzanî serdana Bexdayê kir û li wir ligel berpirsên Iraqê civiya û di nav wan de jî Nûrî Malikî, ku serdana yekem bû ya Serok Barzanî bo Bexdayê piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê.