Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serkirdeyekî ENKSê: PYD qet xizmeta doza gelê me nake

Duhok-KDP.info- Li Rojavayê Kurdistanê PYD wek hêza bi rêvebirinê di bin navê Rêveberiya Xweser rêvebriya wî perçeyê Kurdistanê dike. Serkirdeyekî ENKSê jî dibêje, hêj PYD astengiyan ji wan re çêdike. Serkirdeyekî PYDê jî dibêje, gerek helwêstên ENKSê derbarê şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, zelal bin.

Silêman Oso Serkirdeyê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “ENKS siyaseteke dirust birêve dibe û li ser asta cîhanê jî ENKS nûneratiya Kurdên Rojava dike, lê PYD astengiyên mezin ji me re derdixe û endam û alîgirên me davêjin zindanan, ku çarenivîsa gelek serkirdeyên me nexuya ye û winda ye.”

Ji bo egera nêzîkbûn û danûstandinên ligel PYDê, Oso wiha got: “Di serî de gerek PYD hemû serkirde û alîgirên me yên di zindanên xwe de azad bike, herwiha aliyeke sêyem hebe ji bo çavdêrêiya rêkeftinê, ji ber ku baweriya me bi PYDê nayê ku dê rêkeftinê cîbivî bike û ezmûna me bi wan re heye.”

Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Silêman Ereb dibêje, divê ENKS jî xwedî xwedî helwêstên zelal be derbarê pirsa Efrênê û derbarê hebûna xwe di nava opozisyona Sûriyê de, ku bajarê Efrînê dagîr kirine. Em û ENKSê ti rêkeftinekê nakin, divê ENKS di serî de şaşîtiyên xwe serast bike û bibe xwedî helwêsteke baştir.”

Derbarê wan gotinên nûnerê PYDê, Silêman Oso wiha got: “PYD ligel hemû aliyan û heta ligel rêjîma Sûriyê rêkeftinan dike, lê li dijî Kurdan disekine û ew bi vî karî qet xizmeta gelê me nakin.”