Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

êçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê civiyan

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Douglas Silliman û şanda pê re hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê pêşwaziya (27.11.2018) li Hewlêrê pêşwaziya şanda Amerîkî ku ji Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Douglas Silliman, Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Steve Vang û çend kesên din pêk tê kir.

Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên li navçeyê û avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, rewşa Iraqê û piştevaniya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de û aramiya Iraqê û gêşedana aboriya Kurdistanê piştevaniya xwe bo Adil Ebdulmehdî tekez kir.

Di wê hevdîtinê de herwiha gotûbêjên aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo avakirina hikûmeta nû Kurdistanê û çend mijarên din ên girêdayî rewşa Iraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin.