Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hevdîtinên Serok Barzanî di 2yem roja serdana xwe li Bexdayê

 

Bexda-KDP.info- Di dûyemîn roja serdana Serok Barzanî ya ji bo bajarê Bexda, roja înê 23.11.2018 Serok Mesûd Barzanî li gel şandekî bilind ku ji birêz Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasî ya PDK û Serokê Fraksiyona PDK li Bexda û ji hejmarek ji Wezîr û berpirs û şêwirmendên Partiya Demokrata Kurdistanê pêkhatibûn, li gel hejmarek ji kesayetî û aliyên siyasiyên Iraqê civiya.

 

Berî nîvroya roja înê 23.11.2018 Serok Barzanî û şanda li gel pêşwaziya birêz Hesen Elewî ronakbîr û nivîskarê Iraqî kir. Li hevdîtinê de girîngiya serdana Serok Barzanî ya bajarê Bexda guftûgo kirin.

Piştî wê hevdîtinê, Serok Barzanî û şanda li gel bi Endamên Lîjneya Tensîqiya aliyên Turkmeniyên li Encûmena Nûnerên Iraqê civiya. Li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û rewşa parêzgehên Kerkuk û Nînowa guftûgo kirin, ronahî xistin li ser rêyên çareserkirina kêşeyên wan dû parêzgehan û pêwîstî bi kûrtirkirina pêkvejiyanê û li peywendiyên dîrokî û karê hevbeş kirin.

Her wiha tekez li wê yekê kirin ku pêwîste rêkkeftin û karê hevbeş li navbera fraksiyonên her dû aliyan li Parlemenê da hebê. Di derbarê rewşa Kerkukê jî wê yekê dupat kir ku pêwîste rewş bikevê ser rêyekî dirust û kêşeyên Kerkuk bi baladestiya pêkhatek li ser pêkhatên din çareser nabê. Belku pêwîstî bi tewafuqa di navbera aliyan heye, ji ber ku pêkhatên li Kerkukê çarenûseke hevbeş heye û xelkê Kerkuk divê biryar li çarenûsa xwe bidin.

Her di vê hevdîtinê de her dû alî hevrebûn ku bi navê nehiştina terorê pêwîste kar ji bo nehiştina sedemên serhildana terorê bikin.

 

Di dirêjahiya hevdîtinên Serok Barzanî û şanda li gel bi Heyder Ebadî Serokê Kutleya Nesir û endamên wê kutleyê civiya.

Di kombûnê da serdana Serok Barzanî ya Bexda bi destpêka xêrê ji bo proseya siyasî da zanîn û tekez jî li ser pabendbûna bi şeraketê kirin. Her wiha tekez li wê yekê kirin ku pêwîste jiyana xelkê û dabînkirina xweşguzeraniya ewlewiyeta karên hikumetê bê. Bi pêwîst jî zanîn hikumeta nû ya Iraqê bi derfetekî nû ji bo çareserkirina kêşeyan li çarçêweya destûr da bê danîn.

Paşê Serok Barzanî û şanda li gel bi Saleh Mutleg û Endamên Kutleya Cebheya Iraqî ya ji bo Hîwara Wetenî civiya.

Di civînê da Serokê Kutleya Cebheya Iraqî ya ji bo Hîwara Wetenî pesnê rola Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraqê û navçeyê kirin û ragihandin her cîhek ku Serok Barzanî rû têda bike xêr û bereket jî rû tê de dike. Her wiha spasî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ji bo hewandina sedan hezar koçber û lêqewimiyên Iraqî.

Di vê hevdîtinê de serdana Serok Barzanî ya Bexda û Hikumeta nû ya Iraqê, bi derfetekî nû ya ji bo çareserkirina kêşeyan da zanîn û hevkariya di navbera aliyan û dûbare nekirina şaşiyên berê û çareseriya bingehîna qeyranan kirin.

Di dirêjahiya hevdîtinê de li bajarê Bexda, Serok Barzanî û şanda pê re li gel Kutleya Wetenî Iraqî civiya.

Di vê hevdîtinê de tekez li ser karê hevbeş ya hemû aliyek kirin. Ji bo binyatnana şeraket û nehiştina giriftên Herêm û Bexda û destpêka nû ya proseya siyasî ku niyazpakî têda bê. Amadebûyên civînê rola Serok Barzanî li qonaxa paşarojê de bi rolekî yek alîker da zanîn.

Wêstgeha dawî ya serdana Serok Barzanî û şanda pê re li bajarê Bexda, hevdîtin û civînên li gel Seyîd Emar Hekîm Serokê Rewta Hîkme û hejmarek ji serkirdeyên wê rewtê bû.

Li vê hevdîtinê de serdana Serok Barzanî ya Bexda bi girîng û watedar ya hemû aliyek wesif kir, civînê de tekez li wê yekê kir ku li qonaxa pêş da bi hewla hevbeşî ya hemû aliyek yarmetiya hikumeta nû ya Iraqê bê dayîn û niyazpakî û îradeya ciddî ji bo wê mebestê hebê.

Baştirkirina jiyana xelk û binbirkirina terorê û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê mijareke wê hevdîtinê bû.

Di dawiya vê hevdîtinê de, Serok Barzanî dawî bi serdana xwe ya bajarê Bexda anî û bi mebesta hevdîtina li gel Seyîd Muqteda Sedir, li rêya Firokxaneya Navwdewletiya Bexda ve berev bajarê Necefa Eşref birêket.