Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera ji dayikbûna Pêxemberê Misilmanan kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna Pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Hêvîdarîn ev helkefta pîroz sedemeke dinê bi hêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê bê.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ev helkefta pîroz dergeha xêr û xweşî û bereketê ji bo gelê Kurdistanê û navçeyê bi giştî veke û bibê sedema dawî hatina zulm û tundî û çewsandina mîlletan.

Wesselamun aleykum werehmetullah wel bereketuhu

Mesûd Barzanî

11ê Rebî'ulewel 1440ê Koçî
19.11.2018 ê Zayînî