Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê: Rewşa Şingalê ya xerab nayê qebûlkirin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ew naxwazin ti pirsgirêk li Şingalê çêbibe lê ew rewşa xerab ya ku niha li Şingalê heye bi awayekî nayê qebûlkirin û divê Hikûmeta Iraqê wan hêzên nerewa mîna Heşda Şeibî û PKK ji wir derxîne û Hêzên Pêşmerge û polîsên federal li wir bicîh bibin da ku xelkê Şingalê vegerin ser mal û halê xwe.

Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî ji ajansa Anadolu re gotiye, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir bûne û niha jî şandeka Wezareta Darayî ya Kurdistanê li Bexdayê ye.

Sefîn Dizeyî li ser dubare hinartina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê re jî gotiye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destpêka îsal ji Bexdayê re pêşniyar kiribû bila nefta Kerkûkê bi rêka boriya Kurdistanê re were hinartin lê wê çaxê hikûmeta Iraqê qebûl nekiribû. Piştî zêdetirî 10 mehan Bexdayê ew pêşniyar qebûl kir.

Li ser hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê jî, wî rayedarê hikûmeta Kurdistanê gotiye, Herêma Kurdistanê û Iraq û hêzên hevpeymaniya navdewletî li hev kiribûn ku ji bilî hêzên herêmî ti hêzeke din li Şingalê nemîne lê Iraqê ew rêkeftin binpê kir û rê da PKKê li wir bicîh bibe.

Sefîn Dizeyî daye zanîn ku ji ber hebûna hêzên PKKê, xelkê Şingalê nikarin vegerin ser mal û warê xwe, divê Hikûmeta Iraqê wan hêzên nerewa mîna Heşda Şeibî û PKK ji wir derxîne û Hêzên Pêşmerge û polîsên federal li wir bicîh bibin da ku xelkê Şingalê vegerin ser mal û halê xwe.

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Enqerê jî Dizeyî gotiye, tevî hebûna hinek girêkan lê pêwendiyên me baş in.