Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şand Wezareta Pêşmerge li Hingarya çend mijarên girîng gotûbêj dike

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Hevahengî û Pêwendiyên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku li ser vexwendineke fermî şandeke Wezareta Pêşmerge çû welatê Hingarya.

Emîd Hejar Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Li ser vexwendineke fermî ji Wezareta Bergiriyê ya Hingarya şandeke Wezareta Pêşmerge çûye wî welatî û li wir dê ligel wezîrê bergiriyê û serfermandarê Hingarya û ligel çend berpirsên serbazî yên Hingarya çendîn civînan lidar bixin. Herwiha şanda Pêşmerge dê serdana nexweşxaneya leşkerî ya Hingarya bike, ji ber ku 12 Pêşmerge li wir tên dermankirin.”

Emîd Hejar Umer wiha got: “Mebesta wê serdanê herwiha ji bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hingarya ye, ji ber ku ew berdewam in li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge û leşkerê wan li Kurdistanê ne û hikûmeta wan gelek çek û teqemenî ji Pêşmerge re şandine. Herwiha em dixwazin têkelî hebin di navbera Nexweşxaneya Pêşmerge li Kurdistanê û Nexweşxaneya Leşkerî ya Hingarya, ji ber biryar e meha bê li Kurdistanê Nexweşxaneya Pêşmerge ya ku Almanya çêdike, bidawî bibe.”