Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kongresmanekî Amerîkî: Pêkvejiyana li Kurdistanê pir binirx e

Hewlêr-KDP.info- Şêwermendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Kongresmanê Amerîkî Thomas Carrett kir û rewşa koçberên Deşta Neynewa gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, ji bilî xistina ronahiyê li ser pêşhatên navçê, azadiya olî û rewşa koçberan li deşta Neynewa guftûg kirin û tekezî li zêdekirina hevkariyên Amerîka ji wan koçberan kirin ku bi sedema tundûtûjî û çewsandinê navçeyên xwe hîştine û berên xwe dan Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Thomas Carrett spasî li helwesta Herêma Kurdistanê ya hewandin û pêşkêşkirina asankariyan ji wan koçberan re kir û amaje bi pêkvejiyana aştiyane di navbera tevahiya olan li Herêma Kurdistanê kir û ev çand bilind nirxand.

Di beşeke din a hevdîtinê de, ronî hate xistin ser rewş û pêwîstiyên sereke yên Desta Neynewayê û vegera xelkê li ser mal û milkên xwe bi awayekî ku gerentiya selametî û ewlehiya ji wan re hebe bi girîngî zanî.