Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Gelek serkirdeyên ENKSê hêj di zindanên PYDê de ne


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Hêj gelek serkirdeyên ENKSê di zindanên PYDê de ne, û çarenivîsa wan winda ye, ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî di zindanên PYDê de ne.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Kamîran Haco ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê serkirdeyên ENKSê di zindanên PYDê de ne û beşek ji wan çarenivîsa wan winda ye, nexasim endamên encûmenên bajaran. Girtiyên me rastî eşkence û azareke mezin dibin û em cihê wan nizanin. Ew girtî hemû ji ber nêrînên xwe yên siyasî di zindanên PYDê de ne.”

Kamîran Haco wiha got: “Em berdewam hewl didin ku dengê wan girtiyan bighînin saziyên sivîl û rêxistinên cîhanî û navdewletî, da ku zextê li PYDê bibin ji bo berdana wan girtiyên siyasî.”

Rojnamevan Nîzam Îbrahîm, ku çavdêrê siyasî ye û ji ber PYDê reviya ye Başûrê Kurdistanê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi dehan serkirdeyên diyar ên ENKSê di zindanên PYDê de ne û ji nava Rojavayê Kurdistanê hatine revandin. PYDê berpirs e di ber wan de, ji ber li navçeyên di bin destê wê de hatine revandin.”