Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Partiya Gel a Turkmanî: Li Kerkûkê erdê Kurd û Turkmanan ji wan distînin

 

Kerkûk-KDP.info- Îdareya ku li ser Kerkûkê hatiye ferizkirin, alîkariya Ereban dike ku ji navçeyên din ên Iraqê bên û li Kerkûkê bicîh bibin. Serokê partiyeke Turkmanî jî dibêje, erdê Kurd û Turkmanan ji wan tê stendin û bi ser wan Ereban tê belavkirin.

Îrfan Kerkûkê Serokê Partiya Gel a Turkmanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha proseya bi erebkirina Kerkûkê pir bilez bûye. Erebên şofînî bi alîkariya parêzgarê Kerkûkê ji navçeyên din ên Iraqê tên Kerkûkê. Ew erdên ku bi ser wan Ereban de tê belavkirin, hemû erdê Kurd û Turkmanan e, ku ew yek binpêkirineke pir mezin e ji yasayê re ku parêzgar dike. Ji piştî 16ê Cotmeha 2017 û heta niha proseya bi erebkirinê û anîna Ereban ji naverast û başûrê Iraqê bo Kerkûkê berdewam e.”

Kerkûkî wiha got: “Ew Erebên ku tên Kerkûkê, parêzgar û berpirsên Kerkûkê nasname û kaxezên wan ên fermî tînin Kekûkê û ew yek metirseke mezin e li ser paşeroja Kerkûkê û ev yek ji dijî madeya 140 a Destûrê Iraqê ye. Parêzgar û berpirsên Kerkûkê gelekî alîkariya wan Ereban dikin ji bo veguhestina malên wan bo Kerkûkê û zarokên wan jî di cih de dişînin dibistanan, ku ev yek proseyeke siyasî ye û pilan jê re hatiye danîn.”

Îrfan Kerkûkî wiha domand: “Milyonek donim ji erdê Kurd û Turkmanan li navçeyên Daqûq û Yayçî û Tilkelan û li navçeyên din ên Kerkûkê ji aliyê Ereban ve hatine dagîrkirin. Herwiha ew erdên ku di dema rêjîma Beis de ji xelkê hatiye stendin, hêj ji xwediyê wan re venegeriyaye, ku gerek ew pirsgirêk li gorî madeya 140 hatiba çareserkirin.”