Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Apo: PYDê min radestî Hikûmeta Sûriyê kirbû

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand ku PYD ew radestî Hikûmeta Sûriyê kiribû.

Ebdulrehman Apo, ku nêzîkî salek û nîvê di zindanên PYD de ma û beriya çend rojan rizgar bû, ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Ez hatibûm girtin ji ber ku min li ser televizyonê gotibû, Efrîn ji ber PYDê bûye wek zindanekê.”

Apo ragihand: “Ez ketim gelek zindanan. PYDê ez birim Helebê û Şehba. Min dan dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyê û li cem wan lêpirsîn bi min re hat kirin.”

Ebdulrehman Apo wiha domand: “Zêdetirî 3 mehan ez di zindana yek kesî de mam û ez gelekî hatim eşkencekirin. Ez çend mehan mam ku ne malbata min û ne jî hevalên min û partiya min zanîbûn ku ez sax im yan mirî. Ev biryar û karên PYDê gelekî şaş in û pêwîzt e li xwe vegere.”

Piştî rizgarbûna Apo, Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de got: “Bi azadbûna Ebdulrehman Apo ji zîndanên PYDê gelekî kêfxweş bûm. Hêvîdar im ew gav bibe destpêkek ji bo azadkirina tevahiya girtiyên partiyên siyasî yên di zindanên PYDê de.”

Derbarê wê peyama Serok Barzanî, Apo ragihand: “Ez her li ser rêbaza Kurdayetiyê bûme û ezê her berdewam bim. Li ser vê rêbazî ez çend carî hatime zindanîkirin. PYD dikare me bigre lê nikare me ji rêbaza me dûr bike.”