Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Lêbûrîn û aştî û pêkvejiyan, çanda hezaran sal a gelê Kurdistanê ye

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya lêbûrînê peyamek belav kir û tê de got, lêbûrîn û aştî û pêkvejiyan çanda hezarên salan a gelê Kurdistanê ye, gellek bizav hatine kirin daku vî nirxê bilind jinav bibin, lê di her rewşekê de jî ew çanda gelê Kurd nehatiye guhertin.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

“Lêbûrîn, hevqebulkirin û pesendkirina cudahiyan, ji pîvanên nasîna gel û welatên pêşketî ne, herwiha di çarçoveya pirensîpên sereke yên canê demokrasiya Herêma Kurdistanê ne. Sedema sereke ya serketin û pêşketina Herêma Kurdistanê jî, vedigere ji bo canê pêkvejiyan û lêbûrînê, ku dîmeneke xweşik û şaristanî daye Kurdistanê û ev yek li navçeyê kêm mînak e.

Lêbûrîn û aştî û pêkvejiyan, çanda hezaran sal a gelê Kurdistanê ye, gellek bizav hatine kirin da ku vî nirxê bilind jinav bibin, lê di her rewşekê de jî ew çanda gelê Kurd nehat guhertin û Herêma Kurdistanê herdem wê weke navenda pêkvejiyana tevahiya netew û olan bimîne.

Hemû ol û bihayên bilind ên mirovatiyê, tekeziyê li ser bihêzkirin û kûrkirina pêkvejiyan û lêbûrînê dikin, lewma divê dezgehên me yên perwerde û çandê giringiyeke bêtir bidin vî warî û bi awayekî berfireh handanê li ser vê çandê bikin.

Mesûd Barzanî

16.11.2018”