Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ebdulrehman Apo: Ez spasiya Serok BarzanĂ® dikim

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Piştî ku Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de kêfxweşiya xwe nîşan da bi rizgarbûna serkirdeyê PDK-Sê Ebulrehman Apo ji zindanên PYDê, Ebulrehman Apo jî spasiya Serok Barzanî kir.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistabê – Sûriye (PDK-S) Ebdurehman Apo duhî û piştî derbasbûna nêzîkî salek û nîvê di zindanên PYDê de, serbest hat rizgarkirin.

Îro Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de got: “Bi azadbûna Ebdulrehman Apo ji zîndanên PYDê gelekî kêfxweş bûm. Hêvîdar im ew gav bibe destpêkek ji bo azadkirina tevahiya girtiyên partiyên siyasî yên di zindanên PYDê de.”

Derbarê wê peyama Serok Barzanî de, Ebulrehman Apo ragihand: “Ez spasiya Serok dikim li ser wê piştgiriya wî û li ser wê helwesta birayane. Peyama Serok Barzanî cihê serbilindiyê û şanaziyê ye li cem min.”

Apo wiha got: “Rêz û silavên gerim ji Serok Barzanî re. Emê berdewam bin li ser rêbaza Barzaniyê nemir. Ez qet poşman nabim di xebata xwe de di bin siya vê rêbaza pîroz de.”