Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Gelo Şam li Efrînê çi dike?

Evîn Şikakî

Ji destpêka dagirîkirina herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve û heta niha kiryarên kuştin, revandin, girtina welatiyên sivîl, dizî, destdanîna li ser milk û malên xelkê, herwiha şewitandina dar û daristanên Efrînê berdewam e, ev yek li aliyekê ve.

Ji aliyeke din ve guhertina demografiya wê navçeya Rojavayê Kurdistanê û anîna ereban ji deverên cuda yên Sûriyê bo herêma Çiyayê Kurmênc.

Hêzên opozisyona Sûriyê û hêzên Tirkiyê ji bo koçberên Xuteya Rojhelat, Qelemûn û Himsê li herêma Efrînê bi hiceta dabînkirina xaniyan ji wan koçberên ereb re (Projeya Gundê Şamiyê ku komelgeheke niştecîbûnê ye) ragehandine. Ragehandina wê projeyê di dema niha de ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve dagîrkirî ye metirsiyeke mezin li cem kurdan bi giştî û xelkê Efînê jî bi taybetî peyda kiriye, proje nîşana wê yekê dide ku siyaseta erebkirina herêma Efrînê ji nasnameya wê ya Kurdistanî derbasî qonaxeke din dibe.

Ev proje me vedgerîne salên şêstî taybet jî sala 1963yan dema partiya BAAS li Sûriyê bû xwedî desthilat. Di yekemîn gava xwe ya şovenî de biryar da demografiya herêma Cizîrê biguhere. Di wê demê de berpirsê doseya kurd li Sûriyê Mihemed Teleb Hilal lêkolînek li ser parêzgeha Cezîrê di warê siyasî, aborî û civakî de çêkiribû, di lîkolîna xwe de hejmareke pêşinyar li ser pirsa kurdî li Sûriyê destnîşan kiribûn, yek ji wan pêşinyaran ku hejmara wê (8) bû, anîna erebên "Xemir" bo herêmên kurdan li devera Cizîrê bû.

Erebên Xemir jî ew erebên ku ji parêzgehên Reqa, Dêrazorê û hin deverên din ên Sûriyê xaniyên wan di bin ava Çemê Feratê de mabûn, di 24ê meha Hezîrana sala 1974an de û di serdema serokê rejîma Sûriyê di wê demê Hafiz Esed de projeya erebkirina deverên kurdî ya bi navê (Kembera Erebî ) kete bi warê cîbicîkirinê. Her di wê demê de jî navên weke Selemiyê ku bajarekî parêzgeha Hemayê ye li gundekî niştecîbûna ereban li Dêrika Hemko kirin. Gelo Selemiyê li Dêrikê çi dikir?

Armanc ji projeya avakirina komelgeha niştecîbûnê di dema ku zêdeyî 200 hezar welatiyên herêma Efrînê koçber bûne û rê li ber vegera wan jî ji aliyê grûbên çekdar û xwediyê projeya gundê Şamiyê, tê girtin sedî sed armanca wê guhertina demografiya herêma Efrîna Kurdistanî ye. Eger ne wisa be, gelo Şam li Efrînê çi dike?

Li gor Ursula Muller ku alîkara sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye ji karûbarên mirovî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de piştî mehekê ji ketina bajarê Efrînê dabû zanîn ku ji destpêka dagîrkirina herêma Efrînê ve 71 hezar koçberên Xuteya Rojhilatê Qelemûn û deverên din ên Sûriyê bo Efrînê hatine veguhestin. Herwiha tekez kirbû ku raporên li cem wan nîşana wê yekê dikin ku guhertineke demografî li Efrînê tê kirin û rê liber vegera xelkê wê jî tê girtin.

Eger niyeta xwediyê projeya (Gundê Şamiyê) ne mayîneke demdirêj e, gelo çima kampên demkî ji wan re ava nakin? Her di wan kampan de jî dikarin hemû pêdawîstiyê jiyana rojane ji koçberan re dabîn bikin. Lê ew baş dizanin ku mebesta wan guhertina nasnameya herêma Efrînê ye. Nemaze piştî wan bi yekcarî hêviya vegera bo navçeyên xwe li Şamê qut kirine û li gor li hevkirinekê bi rejîma Sûriyê re ji navçeyên xwe derketine.

Wekû çawa di projeya Kembera Erebî de zeviyên kurdan yên herî zengîn û guncaw ji çandiniyê re teslîmî erebên Xemirê kirin, wê heman tiştî jî li Efrînê projeya xwe ava bikin.