Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Elî Ewnî bo dîrokê çend rastiyan li ser Şingalê eşkere dike

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Şaxa 10 ya PDKê li Soran Elî Ewnî ragihand, karesata Şingalê PKKî û xiyaneta hinek kesayetiyên Şingalê bû, ku digotin me soz ji Erebên navçeyê stendiye ku êrîşê Êzdiyan nekin.

Roja 3.8.2014 DAIŞ êrîş kir ser Şingalê û komkujî li Şingalê kirin, herwiha bi hezaran kes revandin û bi dehan hezar kes jî koçber bûn.

Roja 13.11.2015 bajarokê Şingalê û roja 21.12.2014 jî Çiyayê Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge hatin rizgarkirin. Ji bo azadkirina devera Şingalê ji destê DAIŞê, Pêşmerge 500 şehîd dan.

“Digotin, em ji ber DAIŞê narevin, Erebên navçeyê soz parastinê dane me”

Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê berê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatibûn rizgarkirin. Dema DAIŞ hat navçeyê, Pêşmerge ji xelkê Şingalê re gotin ji ber DAIŞ birevin, wisa jî gelek xelkê Şingalê rizgar bûn. Lê wê demê ji ber destpîsiya PKKê û eşîrên Erebî û ji ber nezaniya hinek kesayetiyên gundê Koço, ew komkujî hat kirin. Rîspiyên Koço digotin me garantî û soz ji Erebên navçeyê stendiye ku DAIŞ êrîşî xelkê Şingalê nake. Xelkê Şingalê yên ku bi gotina Pêşmerge kirin, xwe rizgar kirin û yên bawerî kirin bi Beisiyên kevin û bi Erebên navçeyên kirin, bûn qurbanî.”

Piştî dagîrkirina Şingalê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, û piştî rizgarkirina wê navçeyê jî, hinek televîzyon û medyayên neyarên PDKê, dest bi bêbextiyan û dewan kirin û tomet û zanyariyên nerast belav kirin û xelkê Şingalê bi wan hatin xapandin.

Elî Ewnî wiha got: “Girûpek ji Êzdiyan heye ku mixabin, kêfxweş dibin dema wan derewan dibhîzin. Ew girûp heta di nava Êzdiyan de xwe dike dilsozê Êzdiyan, lê xizmeta PKK û Hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî û neyarên Kurdistanê û PDKê dike. Hêzên Pêşmerge navçeyên Şingalê rizgar dikirin, lê PKK dihat û li ser wan navçeyan baregehên xwe vedikir. Ti rê li pêşiya me tune bûn, jibilî ku em şerê PKKê bikin, lê me xwe ji wê yekê parast.

Hêza ku parastina Koço dikir, ser bi YNKê bû

Elî Ewnî wiha domand: “Ji bo dîrokê ez dibêjim, û bila hemû alî agadar bin ku dema DAIŞ hat ew hêza ku parastina Koço dikir, ser bi YNKê bû, lê kes behsa wê yekê nake. Ya rast ew e ku haya PDKê ji gundê Koço nebû û hêzên YNKê li wî gundî bûn. Çima kes behsa wê yekê nake ku Welîd Berwarî çawa ji Koço vekişiya.”

Ewnî wiha got: “Mafê Êziyan heye ku gilî bikin ji PDKê. Gilî ji partiyên din nekin, gilî ji Heşda Şeibî û artêşa Iraqê nekin, ji ber ku PDK li xelkê Kurdistanê xwedî derdikeve. Şingal karesateke mezin bû û birîneke mezin e di dilê PDKê de û qet ev birîn derman nabe. Lê Hikûmeta Iraqê jî beşek bû ji berpirsê wê karesatê, ku Hêzên Pêşmerge bi hewceyî çek û teqemeniyan bû ji bo parastina Şingal û hemû Kurdistanê. Dema DAIŞ hat, hêzên Iraqê çekên pêşketî di destê wan de bûn, lê Hêzên Pêşmerge bi çekên rizî yên rêjîma Sedam bûn, lewma xwe li ber DAIŞê negirtin û karesat çêbûn.”

Derbarê rewşa niha ya Şingalê Elî Ewnî wiha domand: “Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017, hêzên li Şingalê nexasim ên Êzdiyan, ku yek ji wan hêza Heyder Şeşo bû, dama hêzên Heşda Şeibî nêzîkî Şingalê bûn, wan hêzan gotin ku ji bo şer dîsa li Şingalê çênebe û xwîn nerje û Şingal wêrantir nebe, bila hêzên me bikevin ser Heşda Şeibî û emê li Şingalê bibîmin. Lê niha hinek heval dibêjin we Şingal firoştiye.”

PDK li ser daxwaza Êzdiyan ji Şingalê derket

Wî berpirsê PDKê ragihand: “PDK Şingal nefrotiye û dema Heşda Şeibî hat, PDK li ser daxwaza Êzdiyan û rîspiyên Şingaê vekişya, ku hatin û daxwaz kirin ku şer li Şingalê çênebe, ji ber ku Şingal bi xwe wêran e û bila wêrantir nebe. Eger şer hatiba kirin, dê şerê Êzdiyan di nav wan de çêbiba. Eger Êzdiyan daxwaza wê yekê nekirba, dê Pêşmerge wek Pirdê û Sihêla li Şingalê jî şer kirba û bergirî kiriba û wê demê dê dijmin derbeyek ,mezin li Şingalê xwariba.”