Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Bi azadkirina Ebdulrehman Apo ez kêfxweş bûm

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya azadkirina Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo peyamek belav kir û ragihand, bi azadkirina Ebdulrehman Apo ji zindanîn PYDê ez kêfxweş bûm.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi azadbûna Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo ji zîndanên PYDê gelekî kêfxweş bûm. Bi rastî cihê xebatkarekî wek wî gerek zîndanên dijminan ba, ne zindanên partiyeke Kurdî be.

Hêvîdar im ew gav bibe destpêkek ji bo azadkirina tevahiya girtiyên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yên di zindanên PYDê de û herwiha bibe sedema derketin û xuyamirina wan hemû çalakvanên Kurd yên ku li Rojava winda ne û bêserûşûn in.

Hêvî dikim ji niha û pê ve Rojavayê Kurdistanê vekirineke siyasî bibîne û êdî xelk û partiyên siyasî ji ber bîr û ramanên xwe yên siyasî neyên êşandin û azardan û neyên zîndanîkirin.

Mesûd Barzanî

15-11-2018”