Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bandora KurdĂȘn Bakur li KurdĂȘn Rojava

 

Konê Reş

Bêguman, di seranserî Kurdistanê de, Bakurî xwediyê qenciya weşandina rojname û kovarên kurdî ne. Û di serê wan de Bedirxanî. Ji xwe Bedirxanî serkanên kurdên Bakur in.

Dema ku mirov li pêvajoya rojnamegeriya Kurdî an wêjeya Kurdî vegere û berpêl bike, hingê wê jê ve xweş diyar bibe ku, lehengên rojname û wêjeya Kurdî di rojên xwe de pêrgî gelek asteng û kelemên dijwar hatine, ji wan lehengan; Bedirxanî. Tevî vê yekê jî, ew Bedirxanî ji desthilanîn neketine û bê rawestan li ber xwe dane, ta ku em gîhandine vê qonaxê..

Sebaretî Bedirxaniyan, ez ne bawer im ku ti malbat wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê Kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.

Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847'an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin.. Bi lehengî li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetin û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê Kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Her û her daxwaza wan pêşxistina zimanê kurdî, wêjeya kurdî û bilindkirina navê Kurdistanê bû..

Wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek wêjevanên bakurî di nav xelkên Rojava de hatin naskirin û rolek mezin lîstin wek: Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Mistefa Ehmed Botî, Mela Abdulselam Nacî, Rewşen xanim Bedirxan, Dr. Nûrî Dersemî, Mela Ehmedê Namî û hwd. Her wiha wan Bedirxaniyan gelek navend û enstîtu jî ji gelê Kurd re vekirin.

Ji şagirtên wan Bedirxaniyan yên ku bi saya kovar û rojnameyên wan nav û deng dane û Bakurî ne:

Helbestvan Qedrî Can, ji kesên pêşî ye ku beşdarî bi Bedirxaniyan re kiriye û wek nûxuriyê Hawarê hatiye naskirin.. Di hejmara didiwan de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîşkê Hawarê, di quncika bijîşkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, Hawar bi helbest û nivîsên van kesên Bakurî yên din hatiye xemilandin wek: Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa..Hwd. Hem jî ji Kurdistana Başûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Mela Enwerê Mayî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd..hwd. Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kiribûn vekirî bû... Belê beşê Fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beşî de dinivîsandin, van Kurdenasên biyanî jî ew beş dixemilandin wek: Pr. G. Michaelian û R. Lescot.

Em Kurdên Rojava bi saya wan Bedirxaniyan û wan Bakuriyan, me zimanê xwe parast, me hez zimanê xwe kir û me pê nivîsand..

Em ê vegerin ser kovara (Hawar)ê, ewa ku me got kovareke 15 rojî bû, belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, tev hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwediyê wê, û paşê jî hatiye rawestandin.

57 hejmar ji HAWARê, di navbera sala 1932an û sala 1943an de, hatine weşandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewşa abûrî di sê qonaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin.

Nivîskarên Hawarê tev kurdên Bakur bûn.. Geşbûn û pêşketina Hawarê bi pênûsên Kurdên Bakur bû.. Rola wan ya sereke bû.. bi xêra wan zimanê me hat parastin û zimanê me bû zimanê xwendin û nivîsandinê..

Sed mixabin ku roja îro, zimanê Kurdî li Bakur di rewşeke xerab re derbas dibe.. Belê di van çend rojên dawî de dilxweş bûm ku platformek ji bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî di nav Kurdên Bakur de li Amedê hatiye damezirandin û wê platformê biryara avakirina sê koman ji bo fermîbûn, perwerdekirin û parastina zimanê kurdî standiye. Ez ji dil wan pîroz dikim.

Qamişlo

14.11.2018