Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Kurdan bi mercê madeya 140 deng dan serokwezîrê nû yê Iraqê”

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de behsa çareserkirina madeya 140 a Destûrê Iraqê kiriye. Parlamenterekî Kurd li Bexdayê jî dibêje, Kurdan bi wê merê dengê xwe dan Adil Ebdulmehdî ku madeya 140 a derbarî Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bixe nava bernameya hikûmeta xwe de û çareser bike.

Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de gotibû: “Niha jihevtêgiheştinek heye ji bo çareserkirina madeya 140 ku bi dilê hemû aliyan be û bi edalet be, ji ber ku madeya 140 neyê cîbicîkirin dê pirsgirêk û nakokî berdewam bin û ev yek nakeve berjewendiya ti aliyekî, lewam pêwîst e karek bê kirin ku mafê ti aliyekî neyê xwarin.”

Derbarê wan gotinên serokwezîrê Iraqê, Parlamenterê PDKê li Bexdayê Dr. Mihemed Şakir ji malpera KDP.info re ragihand: “Me Kurdan bi merc dengê xwe da hikûmeta Adil Ebdulmehdî, ku daxwazên Kurdan bixe nava bernameya hikûmeta xwe de. Me daxwaza cîbicîkirina destûr kiriye, nexazim jî madeya 140.”

Adil Ebdulmehdî wek kesekî nerm û dostê Kurdan tê naskirin û biryar e ligel Kurdan madeya 140 cîbicî bike. Dr. Mihemed wiha domand: “Emê derbarê madeya 140 ligel serokwezîrê Iraqê bicivin û behda cîbicîkirina destûr û madeya 140 bikin. Heta niha em dibînin ku helwêstên wî baş û erênî ne, lê em dixwazin zêdetir cidî be û madeya 140 cîbicî bike.”