Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Beljîka behsa yekxistina lîwayên Pêşmerge kirin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Balyozê Beljîka civiyan û behsa yekxistina lîwayên Wezareta Pêşmerge kirin.

Îro 8.11.2018 Şiwêrmendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Beljîkayê yê Urdin û Iraqê Hendrik Van de Velde û şandeke pê re kir.

Di civînê de rewşa dawî ya siyasî û leşkerî ya Iraqê û herwiha aloziyên deverê bi giştî û lêv û tevgerên terorîstên DAIŞê li Iraq û deverê hatin nirxandin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Hendrik Van de Vele behsa çareseriya bingehîn bo kêşeyên siyasî û abûrî kirin ku bûne sedema derketin û bihêzbûna tevgerên terorîstî.

Her li ser vê mijarê Mesrûr Barzanî behsa girîngiya çareserkirina bingehîn ya kêşe û kamaniyan li deverên azad kirî kir û got, ev yek dibe derfeteke baş bo vegera penaberan.

Di beşeke din a civîna han de her du aliyan behsa hewldanên heyî yên bo yekxistina lîwayên ser bi Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê û tiştên ku ji hikûmeta nû ya Iraqê tên payîn bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, kirin.