Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî sersaxî ji malbata rewşenbîra Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî re şand

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya nivîskara Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî peyameke sersaxiyê ji malbata wê re şand û hevxemiya xwe bi wê boneyê nîşan da.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bo malbata Qazî ya Birêz

Nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîra bi helwest û niştimanperwer xanima Meryema Qazî, em xemgîn kirin.

Bi vê helkefta xemgîn, ez pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistan û Encûmena Edebî ya Mehabad û xelkê xweşdiviyê Mehabad û mamosta û xwendekarên Beşa Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê - Sine, dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim ruhê Meryem xanimê bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

Mesûd Barzanî

7.11.2018”

 

Attachments area