Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî rewşa siyasî gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis civiyan û rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Îro 7.11.2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY yê bo karûbarê Iraqê Jan Kubis kir.

Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê û Kubis behsa rewşa siyasî ya Iraqê kirin û hêviya vê yekê xwestin ku rewşa siyasî ya li Iraqê baştir bibe û hikûmeta nû ya Iraqê jî bikaribe daxwazên welatiyên cîhbicîh bike û xizmetgozariyan pêşkêşî tevahiya welatiyan bike û Kurd jî di vê derbarê de bibe xudan roleke girîng û hevkariya Iraqê bike bo dabîn kirina mafên tevahiya pêkhateyên din yên Iraqê.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin û daxwaz hate kirin ku hikûmetek were avakirin ku bikaribe bersiva daxwazên tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bide.