Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im qonaxeke nû li Iraqê destpê bike

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Teybet li Iraq û Sûriyê civiya pêşhatên rûbirûbûna teroristanê DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.

Îro 7.11.2018 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Teybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson di civînekê de pêşhatên siyasî û leşkerî li navçê bi giştî û şerê li dijî teroristên DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.

Mesrûr Barzanî derbarê pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hêvî xwast, Serokwezîrê Iraqê li hember mafên Herêma Kurdistanê yên di destûra Iraqê de hatine dest bi qonaxeke nû li ser binemaya rêzgirtin û hevkariyê bike.

Mîkanîzma çawaniya aramkirina aloziyên herêmê tewereke din a civînê bû.