Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka daxwaze Karayilan û Bayik û Kalkan bigre

 

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an jî wergirtina zanyariyên derbarê cihê 3 serkirdeyên PKKê de 12 milyon dolar xelat diyar kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareya Derve ya Amerîkayê, ji bo Hevserokê KCKê Cemîl Bayik 4 milyon dolar, ji bo Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murad Karayilan 5 milyon dolar û herwiha ji bo Endamê Komîteya Rêvebir a PKKê Duran Kalkan 3 milyon dolar xelat hatiye diyarkirin.

Hat ragihandin ku ev biryar piştî serdana Cîgirş Şêwirmed Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Palmar a bo Enqerê de hate dayîn.

Matthew Palmar piştî serdana xwe ya ku 2 rojan berdewam kirî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Palmar da zanîn ku rêveberiya Waşîntonê girîngiyê pê hevkariya ligel Tirkiyê dide û got di vê çaroveyê de Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an jî wergirtina zanyariyên derbarê cihê 3 serkirdeyên PKKê de xelat diyar kir.