Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mîranî: Hêviya me ew e ku Iraq destûr cîbicî bike

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li şandeke Iraqî bi navê (Partiya Bo Iraqê Em Hevgirtî Ne) kir û di wê hevdîtinê de got ku hêviya PDKê ew e ku Iraq destûr cîbicî bike û bi vê yekê dê hemû pisgirêk çareser bibin.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî behsa rewşa Iraq û Kurdistan û navçeyê kir.

Herwiha gotûbêj li ser pêşhatên dawî yên siyasî û aborî û leşkerî û guhertinên nû û paşeroja proseya siyasî ya Iraqê hat kirin.

Fazil Mîranî tekez kir ku Iraqa nû li ser bingeha tifaq û hevsengî û şirîkatiyê hat avakirin, lê di çend salên borî de ti hebûna wan bingehan nema. Lewma jî PDK hêvî dike ku hikûmeta nû ya Iraqê destûr cîbicî bike û destûr bibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgrêkan, ku hemû alî pêbendî destûr bin.

Mîranî herwiha got ku pêwîst e di bernameya hikûmeta nû ya Iraqê de pêngavên zelal hebin ji bo dana mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, ku ev yek ji kursiyan giringtir e.

Şanda Iraqê spasiya Mîranî kir li ser vê pêşwaziyê û li ser rola Serok Barzanî ya bi bandor, û herwiha giraniya PDKê di proseya siyasî ya Iraqê de bilind nirxand. Herwiha nêrîna wan wek a PDKê bû derbarê çareserkirina pirsgirêkan û pêwîst e hemû aliyên siyasî di dana biryaran de beşdar bin, ji bo ku ewlehî û aramiya siyasî û xweşiya jiyana xelkê Iraqê pêk were.