Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Trump: Cezayên Amerîka dê derbeke mezin li Îranê bixin

 

Hewlêr-KDP.info- Amerîkayê ragihand, hemû dorpêçên ku di serdema rêkeftina etomî de li ser Îranê hatibûn rakirin, dê vegerin. Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, ku cezayên wan di rê de ne, gelekî ciddî ne û wê derbeke mezin li Îranê bixin.

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin ragihand: “300 kesên nû bi giştî 700 kes wê ji lîsta dorpêçên Amerîka li ser îranê zêde bibin.”

Steven Mnuchin eşkere kir: “Ewê bi temamî Îranî ji sîstema Sûîd qut bikin ji bo ku ti patreyeke neçe nava Îranê de, eger Ewropa jî kanalên taybet ji bo bazirganiya bi Îranê re veke, ewê rûbirûyê wan hewlên Ewropayê jî bibin.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand: “Lêxweşbûn ji bo 8 welatan heye ku nefta Îranê bikirin, lê heyama lêxweşbûnê 180 roj in, tu welatekî Yekîtiya Ewropa jî di nav wan welatan de nîne.”

Piştî ragihandina wê biryarê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku cezayên wan di rê de ne, gelekî ciddî ne û wê derbeke mezin li Îranê bixin.