Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Me daxwaz ji Rûsya kir ku zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike

Hewlêr-KDP.info- Şandeke PDKê ligel Nûnerê Serokê Rûsya Mikhail Bogdanov civiya û daxwaz ji Rûsya kir ku zêdetir alîkatiya Herêma Kurdistanê bike û pêwendiyên wan bihêztir bibin.

Îro Sêşema 30/10/2018an, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê, li avahiya Wezareta Derve ya Rûsî li Mosko, li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata navîn û Bakurê Efrîqiya (Mikhail Bogdanov) civiya.

Piştî kombûnê, berpirsê pêwendiyên derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hoşyar Sîweylî, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku wan hez dikir vê civînê li gel Bogdanov lidar bixin, ji ber ku ew kesekî şareza ye li ser rewşa Kurdistanê û dostekî nêzîk ê Kurdistanê û PDKê ye.

Hoşyar Sîweylî diyar kir, ku pêwendiyên dîrokî di navbera Rûsya û Kurdistanê de hene û wan ji Nûnerê Serokê wî welatî xwest ku Hikûmeta Rûsî bêtir alîkarî û piştevaniya Herêma kurdistanê bike.

Herwiha Sîweylî got: “Me ji Rûsya xwest ku zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike û pêwendiyên xwe yên abûrî û siyasî li gel Kurdistanê bihêztir bike û weke Amerîka û Çînê avahiyeke mezintir ji kunsulxaneya xwe re li Hewlêrê ava bike.”

Derbarê pêwendiyên abûrî û baziragnî navhatî zelal kir, ku niha herdu kompaniyên girs ên Rûsî (Rosneft û Gazprom) li Herêma Kurdistanê di warê petrol û gazê de veberhênaneke mezin dikin û got: “Me daxwaz kir ku hejmara xwendekarên Kurd li Rûsya bê zêdekirin û lez di vekirina Sentera Barzanî de bê kirin, ku biryar e li Mosko bê vekirin.”