Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Rûsya hewlên xwe ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û danîna destûrekî ji Sûriyê re û vegerandina penaberan, zêde kiriye. Serkirdeyekî ENKSê jî dibêje, Rûsya rijd e ku mafê Kurdan li Sûriyê bê garentîkirin û Rûsya ji PYDê dilgiran e.
Îbrahîm Biro serkirdeyê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hefteya çûyî şandeke me wek opozisyona Sûriyê serdana Rûsyayê kir û ligel wezîrê derve yê Rûsya û çend berpirsên mezin ên Rûsya civiya, û di wan civînan de rewşa niha ya Sûriyê û çawaniya çareserkirina kirîsa Sûriyê hatin gotûbêjkirin.”
Biro wiha got: “Şanda opozisyonê û wezîrê derve yê Rûsya bi hûrî behsa çawaniya çareserkirina siyasî ji kirîza Sûriyê re kirin, wek danîna destûrekî nû ji Sûriyê re, herwiha pirsa vegerandina penaberên Sûriyê û avakirina wî welatî.”
Îbrahîm Biro wiha domand: “Helwesta Rûsya ji çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê re gelekî erênî bû. Mosko xwedî helwêsteke zelal e ku naxweze mafê Kurdan bê xwarin, lê mixabin ragihandina Kurd bi eşkere behsa wê helwesta Rûsya nake. Rûsya rijd e ku di destûrê nû yê Sûriyê de mafê Kurdan bê garentîkirin û em jî ji xwe vê yekê dixwazin.”