Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

El-Partî: Piştevaniya Pêşmerge bo Kobanî qet nayê jibîrkirin


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm di salvegera çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî, got ku hatina Pêşmerge roleke mezin dît di rizgarkirina wî bajêrî de.

Roja 28-10-2014 bo cara yekem li ser fermana Serok Barzanî Hêzên Pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê çûn bajarê Kobanî û karîn Kobanî ji destê DAIŞê rizgar bikin.

Nesredîn Îbrahîm derbarê çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku hêzeke piştevanî ji Pêşmerge li ser biryara Serok Barzanî û razîbûna Parlamentoya Kurdistanê hat Kobanî, hêviyeke mexin xist dilê me de, ku ew jî bedigere bo helwêstê niştimanperwerî û kurdperwerî yê Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge.”

Piştî çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî, hêzên Kurdî li wir karîn Kobanî û derdora wê rizgar bikin, ew jî tevî ku dema ku Pêşmerge gihîştin Kobanî tenê çend tax di destê hêzên Rojavayê Kurdistanê de mabûn.

Sekreterê El-Partî wiha dibêje, eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba dê rewşa Kobanî xerabtir biba, lê bi piştevaniya Pêşmerge Kobanî hat rizgarkirin, ku ew piştevanî qet nayê jibîrkirin.