Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsya pêwendiyên Hewlêr û Mosko gotûbêj kirin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsya yê li Iraqê îro li Hewlêrê civiyan û derbarê pêwendiyên Moskow û Hewlêrê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û herwiha beşdariya bihêz a aliyên Kurdistanî di hikûmeta nû ya Iraqê de gotûbêj kirin. Herdualiyan herwiha hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê jî nirxandin.

Îro Yekşembî (28.10.2018) li bajarê Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Maksîm Maksîmov û şandeya pê re kir, ku ji Konsulê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Viltor Sîmakov û hejmareke dîplomatkar û berpirsên din pêkhatibû.

Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maksîm Maksîmov behsa rewşa Herêma Kurdistanê piştî bûyerên Cotmeha sala bihorî û wan pêşkevtinan kir, ku niha li Herêma Kurdistnê tên dîtin û ragihand, Herêma Kurdistanê karî bi diyaloga bi Bexdayê re beşek ji pirgirêkan çareser bike.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa proseya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina pirsgirêkan kir û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serowkezîrê nû yê Iraqê Adil Abdulmehdî nîşan da.

Di civînê de, behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û beşdariya hêz û aliyên Kurdistanî bi awayekî bihêz di wê hikûmeta nû de û serkevtina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hat kirin.

Herwiha herdu aliya pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê jî bi taybetî di warê aborî de, ku kompaniyên warê enerjiyê yên Rûsyayê li Herêma Kurdistanê bi cidî kar dikin, bilind nirxandin.

Serowkezîr Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina pêwnediyên navbera Hewlêr û Moskowê nîşan da û got, Herêma Kurdistanê dixwaze di warên çandinî, pîşesazî, bazirganî û rewşenbîrî de jî pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re zêdetir pêş bixe.

Herdu aliyan di beşeke din a civînê de rewşa herêmê û geşedanên ku rû didin, nirxandin.