Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şelal Gedo: Ti projeyeke PYD ji bo dewleta KurdĂ® tune ye

Duhok-KDP.info- Endamekî Kurd di opozisyona Sûriyê de dibêje, biryar e heta Serê Salê dest bi nivîsandina reşnivîsa Destûra Sûriyê bê kirin, lê gelek nakokî li ser hene.

Şelal Gedo ji malpera KDP.info re ragihand: “Nivîsandina Destûra Sûriyê di navbera welatan de bûye cihê nakokiyê, nexasim di navbera rêjîmê û Neteweyên Yekbûyî de. Her aliyek dixwaze pişka wê di komîteya nivîsandina destûr de zêdetir be.”

Derbarê civîna dawî ya opozisyoan Sûriyê ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov, ku ji wan re gotibû Amerîka dixwaze dewleteke Kurdî li Sûriyê ava bike, Şelal Gedo ragihand: “Ew gotina Lavrov nerast e û PYD ti projeyeke wê ji bo avakirina dewleta Kurdî tune ye û dixwaze yekîtiya axa Sûriyê biparêze.”

Gedo wiha got: “Heta niha ti têkeliyên siyasî di navbera Amerîka û Rêveberiya Xerser a PYDê de tune ye. Tenê hevkariya leşkerî di navbera wan de heye û PYD karê ku jê tê xwestin, dike. Herwiha Amerîka niha tenê dixwaze Sûriye ji DAIŞê paqîj bike.”

Derbarê reşnivîsa Destûra Sûriyê, Şelal Gedo ragihand: “Gelek nakokî derbarê Sûriyê û Destûrê Sûriyê hene û welatên mezin hêj negihîştine ti rêkeftinê.”