Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin şirketên taybet ên biyanî bên Kurdistanê

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew handana sektor yan kerta taybet a biyanî dikin, da ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.

Îro 24-10-2018 Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Civata Bazirganî ya Amerîka-Kurdistanî civiya, ku ji nûnerên 30 şirketên warên cuda yên bazirganiya Amerîkî pêk hatibû.

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya wan alîkariyên mirovî û serbazî yên Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê kir û behsa pêşveçûnên vê dawiyê yên abûriya Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha ragihand, ku handana kerta taybet û sermayedarên biyanî, yek ji karên serekî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û got: “Hikûmet berevaniyê li wê pirojeya çaksaziyê dike, ku ji bo Perlamentoya Kurdistanê hatiye pêşkêşkirin û tekez kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li şirket û sermayedarên biyanî dike û hêsankarî û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan dike.”

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan pesnê bizavên serketî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo derbaskirina rewşa zehmet û kirîzên Herêma Kurdistanê da û qurbanîdana xelk û Pêşmergên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de, bilind nirxand, herwiha amaje bi wê yekê kir ku derfetek guncayî li Herêma Kurdistanê heye, ji bo pêşxistina jêrxana abûrî û hatina sermayedaran û got: “Yasayên Herêma Kurdistanê di vê derbarê de hander û fakterên bihêz in.”

Nûnerên şirketên Amerîkî, her yek û li gorî pisporiya xwe behsa wan waran kirin, ku karin tê de li Herêma Kurdistanê kar bikin.