Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bo nûnerê YE: Cîbicîkirina madeya 140 kilîla çareseriyê ye

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blacua kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew berdewam gotûbîjan dikin ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê.

Di civînê de hevdem ligel gotûbêjkirin li ser hewldanên heyî yên bo avakirina kabîneya nûya hikûmeta Iraqê û pêşhatên siyasî û leşkerî yên li deverê de, behsa têkiliyên navbera Kurdistan û YEê jî hate kirin.

Di dirêjahiya civînê de Mesrûr Barzanî û Ramon Blecua behsa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kirin.

Derbarê hewldanên heyî yên bo avakirina kabîneya nû ya Iraqê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew piştgîriya hewldanên Adil Ebdulmehdî yên bo avakirina hikûmetê dikin û li ser esasê beşdariya yeksan di navbera pêkhateyên serekî danûstandinên me didomin û got: “Pêwîst e Kurdistan rolî beşdariya rastîn di biryarên siyasî, leşkerî û ewlekarî de hebe.”

Di beşeke din ya civînê de behsa rola destûra bingehîn a bo çareserkirina kêşeyên heyî bi taybetî kêşeyên taybet bi deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Herêma Kurdistanê hate kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand ku cîbicîkirina madeya 140 kilîla çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê ye û ew çareseriya han dibe bingehek bo çareserkirina kêşeyên din yên helwastî weke kêşeya qanûna petrol, gaz û bûdceya Pêşmerge.

Derbarê ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku dixwazin li ser esasê encamên hilbijartinan hikûmeteke bihêz were avakirin.

Di beşeke din ya civînê de Ramon Blecua jiber serkeftina prosesa hilbijartinan li Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û ragihand ku encamên wê hilbijartinê dê dibe çarçoveyeke destûrî bo Kurdistaneke bihêz û aram.

Ramon Blecua herwiha behsa hewldanên YEê bo hevkarîkirina Kurdistanê kir û ragihand ku danûstandinên YEê bo hevkarîkirina Kurdistanê di warê reform û çaksaziyê û jinûve organîzekirina hêzên leşkerî û hêzên ewlehiya Kurdistanê berdewam dibin.