Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Me qet texmîn nedikir ku li Kerkûkê destekî Kurdî ji pişt ve xencerê li me bide

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di salvegera bûyerên 16 Cotmeha 2017an de peyamek belav kir û têde ragihand, “16 Cotmehê rojeka tarî ye di dîroka gelê me de û di wê rojê de bû ku xiyaneta necamêrane li hêvî û xewnên gelekî mezlûm hat kirin.”

Îro Sêşemî 16ê Cotmeha 2018, di yekemîn salvegera bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.

Naveroka peyama serok Barzanî bi vî awayî ye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Şanzdê Cotmehê rojeka tarî ye di dîroka gelê me de. Di wê rojê de bû ku xiyaneteka namerdane li hêvî û xewnên gelekî mezlûm hat kirin. Ji ber destekî navxweyî, lîstokek bê wîjdanane li hember qedera gelê me hat kirin û ew axa ku bi xwîna hezaran xortên vî welatî hatibû parastin, di çarçoveya pîlanekê de kete bin dagîrkarî û wêrankariyê û herwiha sivikatî li nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê hat kirin.

Ew pîlana qirêj, bê hurmetî bû li hember sed sal xebat û qurbanîdana gelê me. Bê hurmetî bû li hember xwîna şehîdan û wan pêşmergeyên qehreman ku di şerê terorîstên DAIŞê de Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê parastin û li dewsa hemû mirovahiyê şerê terorê kirin. Her wiha bê hurmetî bû li hember dengê rewa û aştiyane yê gelê Kurdistanê, ku tekane sûcê wî gelî ew bû ku dengê xwe gihand guhê cîhanê.

Me pêşbîniya her tiştekî kiribû lê me ti carî texmîn nedikir ku destekî hundir ji pişt ve xencerê li me bide. Wan xwastin bi xiyanet û dagîrkariyê û zorê îradeya gelê me bişkênin, heman ew îradeya ku azadîxwazî, peyama aşitî û pêkvejiyanê ye. Lê îradeya gelê me zindî ma. Bi arxeyînî, azadîxwazî û peyama aşitiyê serfiarzî ye û xiyaneta û dagîrkarî jî rûreşî ye.

Armanca şanzdê Cotmehê nehîştina statûya Herêma Kurdistanê û bê qîmetkirina mafên gelê Kurdistanê bû. Bi alîkarî û xiyaneta destê hundir, komployek gelek mezin li dijî gelê me hatibû danîn lê dema Pêşmerge biryara berpirsî û berxwedanê da rewş hat guhertin û serbilindî ji gelê Kurdistanê re ma.

Ez bi vê helkefta tal ji her kesî daxwaz dikim hurmeta dîrok û mafên gelê Kurdistanê bigirin. Ti sûd û encameka siyaseta şovenîstî û înkarê nîne, tenê bi xwe re şer û paşketinê tîne. Me her dem daxwaz kiriye bila Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyanê, helbet em ti şik û gumana me li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nîne û em rê nadin ti kesî jî gumanê li vê yekê bike. Ez daxwaz ji welatiyên Kurdistanê jî dikim bi hêvî û hêz li paşerojê binêrin. Doza gelê me rewa ye û bi şer û komplo û xiyanetê jî nayê tinekirin.

Şanzdê Cotmehê ew roja tarî ye di dîroka gelê me de ku ti carî nayê jibîrkirin û divê bibe ders ji tek tekê gelê Kurdistanê re.

Silav li şehîdên Kurd û Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê

Silav li pêşmergeyên qehreman

Silav li welatparêz û têkoşeran”