Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka: Em piştgiriya Kurdistanê dikin

 

Hewlêr-KDP.info- Bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê şandeke payebilind a Amerîkî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û piştgiriya wî welatî bo Herêma Kurdistanê piştrast kir.

Îro Dûşema 15-10-2018 şanda Amerîka serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û piştî pêşwaziyê jî civînek hat lidarxistin.

Di destpêka civînê de John Sullivan pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir, bo serkevtina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û serkevtina li dijî DAIŞê. Herwiha piştgiriya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz kir, ku bila gotûbêjên di navbera Hewlêr-Bexdayê de berdewam bikin, bo çareserkirina kêşeyan û alîkariya ewlehî û aboriyê.

Di civînê de John Sullivan hêvî xwest ku hemû serkirdeyên Iraqî kar bikin, daku di dema xwe ya diyarkirî de û li gor destûrê hikûmeta nû ya Iraqê dest bi kar bike.

Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariya Amerîka ya bo Herêma Kurdistanê kir. Di heman demê de bo şanda Amerîkî bi puxteyî behsa proseya siyasî ya Iraqê û beşdariya Herêma Kurdistanê, proseya siyasî ya li Herêma Kurdistanê û hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kir.