Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Sirbya pirsên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Şêwimendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Sirbya li Iraqê Uroş Balov kir.

Di civînê de, dawîn pêşhatên Iraq û navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên 30ê Êlûnê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li ser kûrkirina pêwendiyên herdu aliyan kirin.

Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî diyar kir, ku ew bihêvî ye astê pêwendiyan di nav gelê Kurdistan û Sirbya de, di hemû waran de bihêztir bibin.

Di beramber de, balyozê Sirbya behsa rola qaremane ya hêzên Pêşmerge kir, di jinavbirina terorîstên DAIŞê de û balkişand ser pêşketina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û got: Ev aramiya nimûneyî ku li Herêma Kurdistanê heye, alîkar û piştevan e da kompaniyên Sirbya bên Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.