Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Konsulê Ameîka pîrozbahî li PDKê kir: Em piştevanê Pêşmerge ne

Hewlêr-KDP.info- Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê ligel Sekreterê Polîtburoya PDKê civiya û di wê hevdîtinê de serkeftina PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de pîroz kir û ragihand ku welatê wî dê berdewam be li ser piştgirî û alîkariya Hêzên Pêşmerge.

Îro Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Konsulê Nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîvan Frîge kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan pîrozbahî ji rêveberiya siyasî ya PDKê re şand ji ber serkeftina proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ku li gorî encamên destpêkê PDK di asta yekem de ye.

Konsulê Amerîka hêvî xwest ku piştî ragihandina encamên dawî, di demeke kin de hikûmeta nû ya Kurdistanê pêk were. Herwiha tekez kir ku Amerîka dê berdewam be li ser piştgîrî û alîkariya Hêzên Pêşmerge.

Ji aliyê xwe ve, Fazil Mîranî tekez kir ku PDK dê piştevan û alîkar be ji kesê ku hatiye diyarkirin ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, ku Adil Ebdulmuhdî ye.