Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nûnerê NY: Serkeftina PDKê pîroz kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan serkeftina PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de pîroz kir.
Îro Sêşema 09.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Nûnerê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêviya wê yekê xwest ku bi zûtirîn dem Komîsyon encamên dawî rabigihîne û parlemena nû jî dest bi karên xwe bike.

Di beşeke din a vê civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hevkêşeyên nav proseya siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin.