Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Serkeftina PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de girîng e

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de Brett McGurk got ku serkeftina PDKê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de girîng e.


Îro Yekşema 07.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê û şanda li gel wî kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Steven Fagin Konsolê Amerîka li bajarê Hewlêrê pêk hatibûn.
Di vê civînê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê pîrozbahiya serkeftina Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de kir û ew serkeftin bi girîng wesif kir û tekez li ser rol û pêgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê kir.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî û hengavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbîj kirin.